Hemîd El-Ebid: Raporên “NY” yên der barê vegera koçberan de ne rast in

Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid anî ziman ku raporên der barê vegera şêniyên li herêmên dagirkirî de ne rast in û teqez kir ku heta niha pêla koçberiyê dewam dike.

Hemîd El-Ebid anî ziman ku ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker yê li ser herêma Girê Spî ve, pêla koçberiya ya ji bajarê Girê Spî, Silûk û Eyn Îsayê destpê kir.

Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku raporên NY’yê yên girêdayî vegera bi hezaran koçberan li herêman ne rast in û diyar kir ku hîn koçberî dewam dike.

Hemîd El-Ebîd da zanîn ku hin rewşên vegera ferdî ya li herêmê hebû, lê ev ji bo kesên ku berê tevli Artêşa Azad bûbûn û rêxistinên li herêmê dixebitîn derbasdar e.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî anî ziman ku diviyabû raporên mirovî yên NY’yê zelal bana û teqez kir ku 21’ê Mijdarê 14 malbat ji herêmê koçberî gundewarê bakurê Reqayê bûn.

El-Ebid der barê hejmara koçberan de diyar kir ku hejmara giştî ya koçberên Girê Spî 50 hezar derbas kiriye.

El-Ebid destnîşan kir ku wan bang li rêxistinên mirovî kirine ku derbarê rewşa koçberan de bikevin tevgerê lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.

Leave a Reply

Back to top button