Istixbarata Tirk şêniyekê navçeya Şiyê revand

Li Efrînê, Istixbarata dewleta Tirk ango (MÎT) şêniyekî navçeya Şiyê revand.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku MÎTa Tirk şêniyê bi navê Ehmed Hec Heyder ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê revand.

Çavkaniyê diyar kir ku Ehmed ê 50 salî ji 22yê mehê ve hatiye revandin û ew birine girtîgeheke Tirkiyê.

Li gorî agahiyên ji herêmê, aniha istixbarata Tirk bi giranî sivîlan direvîne ku berê ev yek karê çeteyan bixwe.

Hejmareke mezin a malbatên çeteyan hat bicihkirin

Li aliyekî din, guhartina demografîk jî dewam e.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku dagirkeriya Tirk hinek malbatên çeteyên xwe yên DAIŞ û Cebhet el-Nusra yên ji Idlibê, li gundên Be’dîna, Dumilya û Ereb-Hemşelek yên navçeya Mabatayê bi cih kirin.

Her wiha hejmarek malbatên çeteyan li gundê Birbinê yê navçeya Recoyê jî hate bicihkirin.

Leave a Reply

Back to top button