Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li herêmên ku dagirkiriye mirovan dikuje û organên wan difiroşe.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriye jî bal kişand ser van bûyerên ku li Girê Spî rû didin û daxwaz kir ku têkildarî vê mijarê lêkolînek were kirin.
Yek ji kirinên dij mirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê din jî derkete holê.
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ku mal û milkên gel talan dikin, bedenên mirovan jî didizin û organên wan difiroşin.
Ev rastî di teqîneke li Girê Spî de derkete holê.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di malpera xwe ya înternetê de der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev îdîa ji çavkaniyên bi bawer wergirtine.
Li gorî vê yekê, piştî teqîneke ku li bajarê Girê Spî rû daye û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûne, mirî û birîndar rakirine nexweşxaneyên dewleta Tirk.
Hat diyarkirin ku kesê bi navê F.T. ku di teqîna li Girê Spî de tenê ji destê xwe birîndar bûbû û weke din rewşa wî baş bû.
F.T. yê qaşo ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, bedena wî ji newxweşxaneyê derxistin.
Çavkaniyên çavdêriyê diyar dikin ku zikê vî kesî qelişandine û paşê dirûtine.
Ji ber vê yekê ew difikirin ku organên wî hatibe dizîn.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser sûcekî din yê dewleta Tirk û çeteyên wê.
Çavdêriyê diyar kir ku komên çete yên bi navê Cebhet el Şamiya û Ahrar el Şarkiya di 18’ê Mijdarê de dikana Kurdekî talan kirine û paşê ji bo ku sûcên xwe veşêrîn û şopên wê ji holê rakin, li dijî vê dikanê êrîşeke bi wesaîteke bombebarkirî pêk anîne.
Çavdêriyê bang li saziyên mafê mirovan ê navneteweyî kir ku van her du bûyeran lêkolîn bikin û bi lêkolîneke bêalî û vekirî van bûyeran ronî bikin.
Berî niha jî çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya Hesekê û Til Temirê zarok revandibûn û organên wan dizîbûn.