HISÊN ŞAYÎTÎ TIRKIYÊ BI ÊRÎŞÊN XWE NEFESÊ DIDE DAIŞ’Ê

Ji fermandarên QSD’ê Hisên Şi’êtî têkildarê êrîşên artêşa Tirk a daigrker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê axivî û got:

Tirkiyê bi van êrîşan destekê dide DAIŞ’ê û dixwaze temenê wê li herêmê dirêj bike.

Ji fermandarên QSD’ê Hisên Şayîtî li ser êrşîên dawî yên li ser Girê Spî û Kobanê diyar kir ku Tirkiyê bi van êrîşan destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û temenê wê dirêj dike û got:

Eşîreya Şayîtat ji destpêkê ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir.”

Şayîtî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku derbeyên giran ji QSD’ê xwarin gef li eşîreya wan xwar.

Şayîtî diyar kir ku gelek ji zarên eşîreya Şayîtat tevli refên QSD’ê bûne û li dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Hisên Şayîtî têkidarî tevlêbûna xwe ya nava QSD’ê û pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejehiya Dêrazorê de wiha got:

Piştî ragihandina pêngava rizgarkirina Dêrazorê min cihê xwe di nava vê hêzê de girt.

Ji ber ku armanca QSD’ê rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û şerê terorê ye.”

Têkildarî îdiayên hin dezgehên çapemeniyê ku QSD’ê bi “Milisan” bi nav dike Fermandarê QSD’ê Hisên Şayîtî axaftina xwe wiha bi dawî kir:

” Hêzên Sûriya Demokratîk ne milisin, şerê terorê dikin û gel û xaka xwe rizgar dike û aştî û biratiya gelan belav dikin.”

Leave a Reply

Back to top button