Yekîneya istixbarata Iraqê ragihand ku di operasyoneke taybet de, li bajarokê Hewîce ya Kerkûkê yek jê serçete 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Yekîneya istixbareta Iraqê ragihand ku di encama operasyonekî hevbeş ya li gel hêzên hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê de li bajarokê Hewîceyê 3 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hate têkbirin.
Di operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û çeteyek bi birîndarî jî hate girtin.
Yek ji çeteyên hatine kuştin serçeteyê bi navê Ebû Bera ye.
Di encama operasyonê de gelek çek, teqemenî û bombeyên amadekirî yên çeteyan hatin desteserkirin.
Her wiha duh êvarî çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Gulale ya Xaneqîna Iraqê jî êrîş pêk anîbûn.
Li gorî agahiyan di êrîşê de 3 leşkerên Iraqî û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.