Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundwarên Eyn Îsayê, bi ser mala şêniyekî temenmezin de girt û îşkence lê kir.
Her wiha erebe û milkên welatiyan dizîn û ciwanek revandin.
Çavakniyên herêmî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Mijdarê de bi ser mala welatiyê bi navê Ebûd Xelîl El-Hemîdî (52) ya li gundê Qere Şerefê yê girêdayî bajarokê Kormez ê bakurê Eyn Îsayê de girt.
Çavkaniyan diyar kirin ku piştî serdegirtinê, çeteyan li welatî dan û ew îşkence kirin.
Her wiha Çavkaniyekî ji gundewarên navçeya Eyn Îsayê jî diyar kir ku çeteyên ‘Firqeya 20’an’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser gundê Meilik ê li rojavayê navçeyê de girt.
Li rex wê jî erebeyek ji cureya Toyota û milyonek lîreyên Sûriyê ji welatiyê bi navê Xazî El-Fenûş standine û ciwanê bi navê Basil Cofan jî revandine.