Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Se’edî Ehmed Pîre diyar kir ku wê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê bandora xwe li Iraq û Herêma Başurê Kurdistanê jî bike.
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê axivî.
Pîre diyar kir ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin.
Ji ber ku êrişên leşkerî ne çareserî ye û wê êrîş bibin sedemê bersivdayînê.
Seedî Ehmed Pîre bal kişand li ser bandora êrişan û got;
Ji ber cîrantiya Iraqê û Sûriyê, wê her êrişek li ser wî welatî bandorê li ser Iraq û Herêma Başurê Kurdistanê jî bike.
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku divê Iraq, beşdarî civînên taybet ên ji bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bibe.