Rûsya ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi hevkariya rêxistina bi navê ”Kumên Spî” amadekariyên pêkanîna êrîşên kîwawî li Idlibê dikin.. da ku rejîma Sûrî û Rûsyayê pê tuhmetbar bikin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê mijarê de daxuyaniyek da û tê de tekez kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ”Heyet Tehrîr Şam” û rêxistina bi navê ”Kumên Spî” xwe amade dikin ku êrîşên kîmawî li Idlibê pê bînin.
Wezaretê got:
Çavkaniyên ji bajarokê Sermede ku 30 KM li Bakur-Rojhilatê Idlibê ye tekez kirine ku kesin nenas û karwaneke ji barhilgirên madeyên kîmawî di destpêka vê Mijdarê de gihaştin Idlibê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di nava kesên amadekarên vê êrîşê de çeteyên Ebû Malik ê di bin sîwana çeteyên ”Tehrîr Şam” û hin karmendên rêxistina bi navê ”Kumên Spî” hene.
Rûsya di daxuyaniya xwe diyar kir ku çete di êrîşa xwe de sivîlan weke qurban hedef digirin û dîmenan dikişînin da li ser malperên civakî belav bikin.
Armanca van dîmenan jî, li gorî Rûsyayê…qezençkirina hevxemiya raya giştî û tuhmetbarkirina Rûsya û rejîmê bi êrîşên kîmawî.