ARMANCA KUŞTINA HIWÊDÎ DERXISTINA TEVLIHEVIYÊ YE

by maher enez
93 views

Hin Serokeşîrên bajarê Reqayê têkildarî kuştina serokeşîreyên Afadîla, Beşîr Feysel Hiwêdî diyar kirin ku kuştina Hiwêdî bi armanca derxistina tevliheviyê pêk hat.

Serokeşîrê Cabat Ehmed El-Nasir sersaxî ji malbata Feysel El-Hiwêdî re xwest û kuştina Şêx El-Hiwêdî bi kiryarekî newêrek bi nav kir û got:

Bajarê Reqayê di nava perpala xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş de dijî.

Em ji kesên ku hewl didin fitne û tevlihiyê derxîne re dibêjin hûn nikarin bi van kirinên xwe aramiya Reqayê têk bibin.

Serokeşîrê Sebxa Mihemed Sûan jî destnîşan kir ku Hiwêdî yek ji sembolên bajarê Reqayê ye û kuştina wî bi armanca derxistina tevliheviyê ye .

Sûan teqez kir ku şehîd Hiwêdî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî kedeke mezin da .

Serokeşîrê Birêc Hezal Elî ji bang li aliyên têkildar û Hêzên Ewlekariya Hindirîn kir ku bi lez sûcdarên vê bûyerê eşkere bikin û hesab jê bixwazin .