Nerazîbûna li dijî hevkariya OPCW û Tirkiye li laheyê rêxistina OPCW hat şermezarkirin

Kurdên li Laheyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku piştî bertîl girtibû gotibû wê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk lêkolîn neke şermezar kirin.
Komeke çalakvan li pêşiya avahiya rêxistinê çalakî lidarxistin û xwestin nebe hevkarê sûcên dewleta Tirk.

Doh dema Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW li Laheyê civîn konferansa xwe lidardixist, komek çalakvanên Kurd û dostên wan li pêşiya avahiya rêxistinê çalakî pêk anîn.

Çalakvan bi şanoyekê der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bêdengiya rêxistinê şermezar kirin.

Piştî şanoyê daxuyaniya çapameniyê hat dayîn.

Çalakvanan xwestin ku OPCW çekên kîmyewî yê Fosfora Spî ku dewleta Tirk li Girê Spî û Serê Kaniyê bikaranîbû lêkolîn bike.

Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî konferansa OPWC hatibû jî hate cihê çalakiyê, tevî çalakgeran daxuyanî da û xwest ku ji dewleta Tirk hesab were pirsîn.

Di dawiyê de koma çalakger dosyaya ku der barê çekên kîmyewî de amade kiribûn pêşkêşî rayedarên OPCW kirin.

Rêxistina OPCW piştî ku rayedarên dewleta Tirk weke bertîl 30 hezar euro li wan bexş kiribûn ragihandibûn ku ew ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bikaraniye lêpirsînê nekin.

Leave a Reply

Back to top button