Civînên Destûrî Sûrî yên li Cenevreyê îro jî dest pê nekirin

Civînên Destûra Sûrî ku diviyabû îro li bajarê Swîsre Cenevê dest pê bikin, îro jî pêk nehatin.
Ji bo dewamkirina civînan Şandeya Rejîma Sûrî dixwaze ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke hevbeş were nîşandan.

Heyeta rejîma Sûrî ku doh gotibû “Eger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwest neye nîşandan, nabe” û civîna Destûra Surî ya li Cenevê terikandibû, îro jî venegeriya masê.

Şandeya rejîma Sûrî ji komîteya destûrê xwestibû li ser xakên Sûrî li dijî têrorîzmê têkoşîn were meşandin, helwestên li dijî Sûrî bi dawî bibin, dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî were şermezarkirin û li dijî vê helwest were nîşandan.

Lê ji ber ev daxwazê wê nehatibûn qebûlkirin, civîn terikandibû.

Nûnerê Taybet yê Sûriyê Gier Pedersen îro çû otela ku heyetê lê dimîne ji bo heyeta rejîmê ji nû ve vegerê masê di nav danûstandinan de ye.

Hat diyarkirin ku Serokê Şandeya Sûrî Ahmet Kuzbarî ji Pedersen re gotiye, “Eger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xakên Sûrî helwestek hevbeş neye nîşandan û êrîş neye şermezarkirin, ti wate nîne ku em tevlî van hevdîtinan bibin.”

Lê ji ber şandeya rejîmê qebûl nekir ku vegere masê civînên ku diviyabû îro dewam kirin dest pê nekirin.

NY heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî neda.

Hat diyarkirin ku Nûnerê Taybet yê Sûriyê Gier Pedersen dibe ku li ser aloziya ku rû daye daxuyaniyekê bide.

Pedersen ku der barê civîna komîteya destûrî de rojên borî li Konseya Ewlekariyê ya NY daxuyanî dabû destnîşan kiribû ku êrîşên dagirker yên dewleta Tirk li pêşiya pêvajoyê asteng e.

Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî jî destnîşan kiribû civînên ku hebûna Kurdan qebûl nekin, ti encamê bi xwe re neyêne.

Leave a Reply

Back to top button