Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî herêmên El-Raşidîn (الراشدين) û Bilêremûn (بليرمون) ên Helebê kirin armanca top û guleyên sekvanên xwe.
Di encamê de çeteyek hat kuştin û ziyanên madî çêbûn.
Li Hemayê jî, hêzên rêjîmê bi çekên giran herêma Latamneyê (اللطامنة) topbaran kir.
Herwiha di encama topbaran herêma Corîn a Hemayê jî, ji aliyê çeteyan ve, serbazek hate kuştin û 9 leşkerên rêjîmê birîndar bûn.
Hat zanîn ku ji ber rewşa giran a birîndaran, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Li gorî agahiyan, armancgirtina herêma Corîn ji aliyê çeteyên Partiya Islamî ya Tirkistanî û Hirras Ed-Dîn (حراس الدين) ve yên ku hevpeymana Putin û Erdogan red dikin, pêk hat.