41’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

PKK û KCK’ê 41. salvegera damezrandina PKK’ê li hemû gelê Kurd pîroz kirin.
PKK bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji bo serketinê bi dest bixin û yekîtiya gelê Kurd ava bikin hemû berpirsyariyên dikevin ser milên wan bi cîh bînin.
KCK jî soz da ku wê di sala 42. de bi armanca serketinê û azadiya Kurdistanê têkoşînê bilind bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku PKK li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirina Kurdan hemû destkeftiyên xwe bi têkoşînê û berxwedanê bi dest xistiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PKK ku li ser xeta gerîla şer kiriye, di destpêka salên 1990’î de Şoreşa Vejîna Netewî afirandiye û li ser bingeha serhildanê Şoreşa Azadiya Jinê daye destpêkirin û ji bo Başûrê Kurdistanê bibe xwedî statû rê vekiriye.

PKK bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî jî destnîşan kir ku MHP û AKP’ê dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji holê rabike û kurdan qirbike.

PKK anî ziman ku ji bo di sala 42. de serketinê bi dest bixin, yekîtiya demokratîk a Kurd biafirînin hemû berpirsyariyên dikevin ser milê wan wê bi cîh bînin û ji şehîdê yekem Hakî Karer heta îro hêviyên zêdetirî 40 hezar şehîdan pêk bînin.

PKK’ê bang hemû partî rêxistin hûnermend, rewşenbîr jin û ciwanên Kurd kir ku ji bo Kongreya Netewî pêkwere bibin yek.

41’EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK’Ê
KCK: PKK JI BO GELÊ KURD NAVÊ HEBÛNÊ YE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xeta PKK û Rêber Apo îro gihaştiye asta navnetewî û ev jî serketinê teqez kiriye.

KCK’ê PKK’ê weke hebûna gelê Kurd û mirovahî bi nav kir û got,”PKK, bi pêşengiya Rêber Ocalan, di nav şert û mercên ku hêvî nemabûn xwe spart hêza gel û ew ji mirinê xilas kir.”

KCK bibîrxist ku niha jî hêzên dagirker dixwazin hebûna kurdan ya ku li ser Esasê paradîgma Civaka Demokratîk Ekolojîk û Azadiya jinê ku ji bo mirovahî bûye hêviyek ji holê rabikin, lê weke tevgera azadiyê soz didin ku wê di sala 42. de têkoşînê bilind bikin û Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button