Artêşa Îsraîlê baregehên Hizbullahê yên Mays el-Cebel, Ayta el-Şeab û el-Hiam li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Her wiha Hizbullah di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku îro endamên wan ji dûr ve bi tundî bi mûşekên rêveber, top û çekên doçka û çeperên El Ramiye, garnîzon, amûr û çeperên leşkeran armanc girtin.
Li aliyê din çavkaniyên ewlekarî yên Lubnanê ragihandin ku herî kêm 8 kes di êrîşên Îsraîlê de li gundên başûrê Lubnanê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlî îro ragihand ku balafirên wê cihên Hizbullahê bombebaran kirin.
Cihên hatine bombebarankirin di nav wan de depoya çekan li Meys el-Cebel li başûrê Lubnanê û herwiha avahiyên leşkerî li navçeyên Ayta el-Şeab û El-Xiyam e.
Di daxuyaniya ku bi rêya Telegramê hat dayîn de wiha hat gotin:
“Beriya niha hat dîtin ku 3 mûşekên dijî tankê ji xaka Libnanê derbasî herêma Şitula ya bakurê Îsraîlê bûne.
Ti ziyanên canî çênebûn.”
Ji aliyeke din ve Hizbullah di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku îro endamên wan ji dûr ve bi tundî bi mûşekên rêveber, top û çekên doçka çeperên El Ramiye, garnîzon, amûr û çeperên leşkeran armanc girtin.
Berî niha şahidekî ji Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP) re ragihandibû ku agirê mezin ku ji ber topbarana Îsraîlê taxa rojava ya bajarokê Meys el-Cebel kiribû armanc, hat vemirandin.
Şahidekî bûyerê ragihand ku di şewatê de avahî bi temamî şewitî û ziyan gihîşt avahiyên derdorê, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anî
Çavkaniyên ewlekarî yên Lubnanê ragihandin ku herî kêm 8 kes di êrîşên Îsraîlê de li gundên başûrê Lubnanê hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Reutersê, çavkaniyan diyar kirin ku 2 kes li Ayta el-Şeab, 3 li Houla, 2 li Yarun, û motorsîkletek jî li ser rêya sereke ya Nakura hatiye hedefgirtin.
Di erîşa hewayî de 8 kes mirin
Hizbullahê jî ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de 4 çekdarên wê hatine kuştin û bi dehan roketên Katyûşa jî bersiva wan êrîşan da ku yekîneyên yedek yên artêşa Îsraîlê li sînorê bakurê Îsraîlê avêtin.
Pevçûnên herî tund di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ji sala 2006’an vir ve paralelî şerê ku ev 8 meh in li Xezayê berdewam dike diqewime.
Zêdebûna bombebaranan ji her du aliyan ve fikarên şerekî mezintir di navbera wan de zêde dike.
Hizbullah bi berdewamî ragihandiye ku piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê raweste ewê êrîşên xwe rawestîne, lê herwiha tekez kiriye ku eger Îsraîl êrişên xwe yên li ser Lubnanê berdewam bike ew amade ye şer berdewam bike.



