Danûstandinên ”Komîteya Destûrî” di roja duyemîn de bibin ketin

Danûstandinên gera duyemîn a xebatên Komîteya Destûrî li Cinêvê di roja xwe ya duyemîn de binketin.

Rejîma Sûrî bi israr e ku beriya xalên Destûrê bê gotûbêjkirin, êrîşên dewleta Tirk û dagirkeriya yê li ser xaka Sûrî bên şermezarkirin.

Lê aliyê ku navê opozisyonê li xwe dike, şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûrî re red dike û bi vê yekê roj bi roj nakokiya di navbera aliyan de kûr dibe.

Asoyên bidawîkirina danûstandinên xebatên Komîteya Destûrî ku nûnerên hemû gelên Sûrî di nava xwe de nagire li ber çavan xêz dibin û nakokiyên di navbera aliyên komîteyê de zêdetir dibin.

Gera duyem a danûstandinên ”Koma Piçûk” a komîteya destûrî di roja xwe ya duyemîn de li Cinêvê bibin ket.

Çavkaniyên nêzî rejîma Sûrî ragihandin ku ji ber ”Serhişkiya şandeya rejîma Tirk”, a bi navê opozisyonê, danûstandin di roja duyem de jî bibin ketin.

GERA DUYEM A XEBATÊN ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
REJÎM ŞANDEYA OPOZISYONÊ BI ŞANDEYA ”REJÎMA TIRKΔ BI NAV DIKE

Çavkaniyên rejîmê diyar kirin ku ji ber aliyê bi navê opozîsyonê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li ser xaka Sûrî şermezar nekirine danûstandin têk çûne.

Şandeya rejîma Sûrî ku doh gotibû “Eger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwest neye nîşandan, nabe” û civîna Destûra Surî ya li Cenevê terikandibû, îro jî venegeriya masê.

GERA DUYEM A XEBATÊN ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
REJÎM: ŞERMEZARKIRINA DAGIRKERIYA TIRK MERCEKÎ ESASÎ YE

Hat diyarkirin ku Serokê Şandeya Sûrî Ahmet Kuzbarî ji Pedersen re gotiye, “Eger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xakên Sûrî helwestek hevbeş neye nîşandan û êrîş neye şermezarkirin, ti wate nîne ku em tevlî van hevdîtinan bibin.”

GERA DUYEM A XEBATÊN ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
BERDEVKA PEDERSEN: NAKOKIYÊN ALIYAN LI PÊŞIYA DANÛSTANDINAN ASTENG IN

Ji aliyê xwe ve berdevka Pedersen, Jennifer Fenton daxuyaniyek da û tekez kir ku nakokiyên di navbera aliyên beşdar de, li pêşberî xebatên gera duyem asteng in û heta niha ti lihevkirinek çênebûye.

Rejîma Sûrî beriya destpêkirina vê gerê gotibû ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî, pêkanîna xebatên Komîteyê ne guncaw e.

Ev civîn ligel bilindkirina asta şerê leşkerî ya di navbera rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê li Idlibê pêk tên.

Leave a Reply

Back to top button