Li Kobanê şandeyek Rûsî û rêveberiyê civiyan aliyan rewşa xizmetguzarî ya li herêmê nîqaş kirin

Şandeyeke Rûsî û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li Kobanê civînek lidarxistin.
Şandeya Rûsî diyar kir ku di destê wan de agahiyên der barê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ku li dijî zarok û sivîlan pêk anîne, hene û ew ê lêpirsînê vekin.

Şandeya Rûsyayê ku îro gihaşt bajarê Kobanê bi Rêveberiya Herêma Firatê re li avahiya Meclisa Rêveberiyê ya li herêmê civînek li dar xist.

Şandeya Rûsî ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Enwer Mislim, Lemîs El-Ebellah û cîgirê Serokatiyê Mihemed Şahîn ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto û gelek endamên rêveberiyê amade bûn.

ŞANDEYA RÛSÎ:
EM Ê AGAHIYÊN KOMKUJIYA DEWLETA TIRK RADESTÎ CIHÊN PÊWIST BIKIN

Piştî civîna li çapemeniyê girtî, daxuyaniya çapameniyê ya hevbeş hat dayîn.

Generalê Rûsî Kim diyar kir ku ev serdan ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera hikumeta Rûsyayê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de pêk hatiye û erênî derbas bûye.

Generalê Rûsî li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê jî weha got:

“Hikumeta Rûsyayê wê bi hemû dezgehên xwe parastina şêniyan bike û ewlehiya herêmê mîsoger bike.

Li ser komkujiyên ku artêşa Tirk li dijî sivîl û zarokan pêk anîne, em xwedî agahî ne.

Ev belgeyên li gel me em ê radestî aliyên peywedîdar bikin da ku dest bi lêpirsînê bikin.”

Generalê Rûsî anî ziman ku yek ji armanca vê serdanê jî pêşxistina xizmetên tendûristiyê û xizmetguzariyê ye û ew ê binesaziya herêmê saz bikin.

Leave a Reply

Back to top button