QSD: dewleta Tirk hewil dide dagirkeriya xwe berfireh bike

QSD’ê diyarkir ku artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê agirbesta li herêmê binpê dike û êrîşî hêzên wan dikike.
QSD’ê ragihand ku di encama van êrîşan de 2 şervanên wan birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encam binpêkirina agirbestê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ku 24 saetên dawî pêk aniye, eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:

Li eniya Til Temir.

Aartêşa dagirker bi balafirên bêmirov û çekên giran gundên Tewila, Ûm El-Xêr û herêma di navbera gundên Salihiyê û Erîşa de bombebaran kirin.

Li eniya Eyn Îsa jî.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran û balafirên bê mirov, êrişê gundên Xalidiyê, Mesûdiyê, Bîr Îsa û Xirbit Beqera kirin û hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov ve 2 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button