Li şeş bajaran 17 kes hatin binçavkirin

Li dijî HDP operasyonên qirkirina siyasî îro jî dewam kirin.
Polîsên Tirk li şeş bajaran avêtin ser rêxistinên HDP’ê û saziyên civakî û herî kêm 17 kes kirin binçavan.
Di nav 24 saetên dawî de herî kêm 61 kes hatin binçavkirin.

Polêsên dewleta Tirk a dagirker serê sibê li Enqere li dijî HDP, Komeleya Mafê Mirovan Sendîkaya Kedkarên Tendûristiyê operasyona qirkirina siyasî pêk anîn û 11 kes kirin binçavan.

Di nav kesên hatin binçavkirin de Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim û Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP Bereket Kar jî hene.

Li Amedê jî di serdegirtina malan de Alîkarê Hevserokên HDP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç û endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya HDP’ê Songul Dag Kapanci hate destgîrkirin.

Li navçeya Wêranşar a Rihayê û li navçeya Kercewsê ya Êlihê jî 2 kes hatin binçavkirin.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ
DI 24 SAETAN DE HERÎ KÊM 61 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Her weha Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a DÎHA’yê ku hatiye girtin, Haci Yûsûf Topaloglû jî li Semsûrê hate binçavkirin.

Hat diyarkirin ku polîsên Tirk di dema binçavkirinê de çek daniye serê Topaloglû.

Bi vî rengî di nava 24 saetên dawî de herî kêm 61 kes hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button