Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî sersaxî ji gelê Fransayê re xwest

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo bûyera qezaya li Maliyê, ku di encamê de 13 leşkerên Fransî jiyana xwe ji dest dabû, sersaxî ji Fransayê re xwest.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hisabê xwe yê tewîtterê têkildarî bûyera ku li Maliyê rû sersaxî ji serokê Fransayê Emmanuel Macron û gelê Fransayê re xwest.

Ebdî diyar kir ku di encamê qezaya helîkopterê de li Maliyê, 13 leşkerên Fransî jiyana xwe ji dest dan û ev cihê xemgîniyê ye û got,

“Artêşa Fransayê di têkoşîna li dijî Terorê de xwedî roleke çalak e.”

Qeza helîkopterê di dema çalakiya li dijî komên radîkal yên li Maliyê ya li rojavayê Afrîkayê pêk hatibû.

Serokê Fransa Emmanuel Macron jî xemgîniya xwe der barê bûyerê de anî ziman û sersaxî ji malbatên leşkeran re xwest.

Leave a Reply

Back to top button