NY nasnameyên 160 çeteyên DAIŞ’î eşkere kir

NY nasnameyên DAIŞ’iyên ku li bakurê Îraqê beşdarî komkujiya Êzidiyan bûne, eşkere kirin.

Tîma lêpirsînerên NY a ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve hatiye avakirin, nasnameyên 160 çeteyên DAIŞ’î yên tiliya wan di komkujiya Êzidiyan de heye, destnîşan kirin.
Li gorî serokê tîmê, îsal wê ev çete li dadgehên herêmê werin darizandin.
Sala par, tîma NY dest bi xebatên xwe kir û agahiyên der barê tawan û sûcên ku der heqê Êzidiyan de pêk hatine, kom kirin.

Leave a Reply

Back to top button