DEMOKRATAN PIRANIYA KURSIYÊN NÛNERAN BI DEST XISTIN

Di hilbijartinên Nûneran a Emerîkî de Demokratan piraniya kursiyan bi dest xist.

Piştî 8 salan, careke din Partiya Demokratan a DYE di hilbijartinên nîvê demê de piraniya kursiyan bi dest xist.

Li gorî çavdêran, ev encam ji bo serokê DYE Donald Trump ku bi xwe Komarîst e, derbeyeke giran e.

Ev hilbijartin jî, ji bo serokatiya Trump, weke referandom tê dîtin û piştî derbasbûna nîvê dema serokatiyê, ango piştî 2 salan, tê lidarxistin.

Çavdêr dibêjin ku ji niha û şûn ve, Demokrat dikarin derbarê rêvebirina Trump û karûbarên wî yên bazirganiyê, qezencên bacan û her wekî din lêpirsînan vekin.

Her wiha cara yekê ye ku 2 jinên Musilman ên Demokrat derbasî Meclîsa Senatoran dibin.

Li aliyê din jî, Komarîstan piraniya kursiyên Meclîsa Senatoran bi dest xwe ve hiştin.

Leave a Reply

Back to top button