Hikmet Hebîb: Civînên nûnertiya gelê Sûriyê nekin, bi ser nakevin

Cîgirê seroka desteya rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb diyar kir ku ji ber nûnertiya gelê Sûriyê nake, wan texmîn dikir ku civînên komîteya destûrê binbikevin.
Hebîb bal kişand ser çareseriya siyasî û bang NY û buroya nûnerê navnetewî yê Sûriyê kir ku destpêkê dagirkeriya dewleta Tirk nîqaş bikin.

Ji ber nakokiyên di navbera aliyên beşdar de Komîteya Bingehîn a Destûra Sûriyê di roja duyemîn de nikarî civînên gera duyemîn li dar bixe.

Girêdayî mijarê cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Hikmet Hebîb ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hikmet Hebîb diyar kir ku wan texmîn dikir civîn binbikeve û weha got:

“Ji ber ev komîte di bingehê de ji hêla sponserên derve Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hatiye avakirin. Ev dewlet jî tenê berjewendiyên xwe pêk tînin. Ji xwe ew ji nûnertiya rastîn a gelê Sûriyê dûr in. Ev nakokî isbat dike ku ev komîte tiştekî bi ser naxe.”

DESTÛRA SÛRÎ
HEBÎB: PÊWÎSTE KONGREYEK NETEWEYÎ JI HEMÛ GELÊ SÛRIYÊ RE WERE LIDARXISTIN

Hikmet Hebîb ji bo çarêseriya siyasî û komîteya destûrî ev pêşniya kir:

“Pêwîst e kongreyek neteweyî ji hemû gelê Sûriyê re were lidarxistin, komeleyeke giştî were avakirin, yên destûrê binvîsin divê Sûrî bixwe bin û dûrî mûdaxeleyên derve bin.”

Hebîb anî ziman ku nîqaş û bazarên di civînan de li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê tê kirin û hêza herî çalak MSD’ê û Rêveberiya Xweser jî ji komîteyê dûr xistine.

Hebîb destnîşan kir ku rêxistinên navnetewî naxwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, girêdayî vê destûrê parçebûnekê sûrî heye û ew tu serkeftinek di asoya vê komîteyê de nabînin.

DESTÛRA SÛRÎ
HEBÎB: DAXUYANIYÊN PEDERSEN LI CEM GELÊ ME FIKARAN ÇÊDIKE

Rayedarê MSD’ê xebatê buroya nûnerê navneteweyî yê Sûriyê jî rexne kir û weha got:

“Gerr Pedersen di daxuyaniyên dawî de pêsnê kesan da, tiştek nû jî pêşkêş nekir. Ji ber topbarana li Idlîbê metirsiyên xwe yên girêdayî rewşa sivîlan anî ziman, lê behsa rewşa sivîlên li Bakur û Rojhilatê Suriyê yên di bin topbarana artêşa Tirk a dagirker de ne nekir. Ev nîşane dihêle ku gelên me ji durûtiya li cem rêxistinên navneteweyî bi fikar bin.”

DESTÛRA SÛRÎ
HEBÎB: BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK WERE NÎQAŞKIRIN

Hebîb teqez kir ku pêwîste civaka navdewletî beriya her tiştî dagirkeriya dewleta Tirk û terora ku tevahiya herêmên Sûriyê dike hedef rawestîne.

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb ji NY û buroya nûnerê navnetewî yê Sûriyê jî xwest ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin, li dijî dagirkerî û êrîşên li ser Sûriyê bisekinin.

Leave a Reply

Back to top button