Erdogan piştgiriya Qeter ji plana guhertina demografiya herêmê re eşker kir

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştigriya dewleta Qeterê ji planên xwe yên guhertina demografiya Bakur û Rojihlatê Sûrî re eşkere kir.

Erdogan di vegera xwe ji Qeterê de, ji çapemeniyê re axivî û nîşane da ku Qeterê piştgirî daye plana guhertina demografîk ya li Bakûr û Rojhilatê Sûrî.

Erdogan diyar kir ku ji bo li Bakûr û Rojhilatê Sûrî zêdeti koçberan bi cîh bikin, Qeterê piştgirî dide planên wan.

Erdogan destnîşan kir ku piştî herêm ji şêniyên resen hatine valakirin, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî projeyên wî yên guhertina demografiya herêmê erênî nirxandin.

Destpêka vê mehê jî wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlûd Çavuşoglu ragihandibû ku Qeter piştgiriya madî ya êrîşên wan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Di encamê van êrîşan de bêhtirî 300 hezar sivîl ji Serê Kaniyê û Girê Spî hatin koçberkirin.

Leave a Reply

Back to top button