Hêzên Ewlekriyê Hewldana reva 635 DAIŞ’î vala derxist

Berpirsa Hêzên Ewlehiyê ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê Roj Hesen diyar kir ku ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker ve zêdetirî 635 kesan hewl dane ku ji kampa holê birevin.
Roj Hesen anî ziman ku ev hewldan pûç kirine, lê belê rewşa li kampa Holê hîn jî aloz e.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şerê li dijî DAIŞ’ê bandoreke mezin kir.

Bi taybet di aliyê kontrolkirina girtîgehan û kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê encamên neyenî derxist holê.

Tevî rayedarên Koalîsyona Navneteweyî, aliyên sîyasî û leşkerî jî gelek caran destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo DAIŞ’ê zindî bibe bingehek ava kir.

Berpirsa Hêzên Ewlehî ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê Roj Hesen der barê mijarê de ji ANHA’ê re axivî û diyar kir dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze aloziyê pêş bixe û xebatên QSD’ê yên parastina kamp û girtîgên çeteyan asteng bike.

Roj Hesen bibîr xist ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê birevînin, êriş birin ser kamp û girtîngehên girêdayî Rêveberiya Xweser û ev agahî dan:

“Bandora êrîşa dewleta Tirk li herêmê mezin e. Kampa Eyn Îsayê ji bin kontrola me derket.

Di encamê de tevahiya malbatên DAIŞ’ê yên di nav kampê de reviyan.

Me tenê nêzî 70 jinên DAIŞ’î girtin.”

Roj Hesen da xuyakirin ku bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker re li kampa Holê ya li bajarê Hesekê û li kampa Roj ya li Dêrikê tevlîhevî rû da û malbatên DAIŞ’ê hewl dan ku ji êrişê sûd werbigirin, birevin û careke din xwe birêxistin bikin.

Roj Hesen da zanîn ku ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve hêzên ewlehî yên kampan 635 hewldanên reva ji kampê pûç derxist û kesên ku li kampê alîkariya rêve kirine jî hatine girtin.

Di dawiyê de Roj Hesen hişyarî da ku li kampê hewldanên reve û xetereya heyî dewam dikin û eger êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam bikin, dibê ku kamp ji kontrola wan derbikeve.

Leave a Reply

Back to top button