Jinên DAIŞ’î hewil dan zarokekî penaber ê Iraqî bikujin

Li kampa Holê, kesên ku li dijî fikrên DAIŞ’ê yên tundraw disekinin, rastî hewldanên kuştinê yên jinên DAIŞ’î tên.
Jinên DAIŞ’î, îro dîsa hewl dan penaberekî Iraqê bikujin.

Li kampa Holê zarokê penaber yê Iraqê yê 14 salî ê bi navê Selman Talib Xelef rastî êşkenceyê hat.

Çavkaniyên ewlekariyê yên kampê diyar kirin ku jinên DAIŞ’î 3 caran bi çêkucê li serê Selman Talib Xelef xistine.

Hat diyarkirin ku piştî eşkenceyê Selman Talîb Xelef birine nexweşxaneya kampê û rewşa wî giran e.

Berpirsên kampê jî teqez kirin ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li kampê rewşên kuştin û birîndarkirinê zêde dibin.

Li gorî berpirsên Kampê, jinên DAIŞ’î zarokên xwe li ser fikre tundrev perwerde dikin û penaberên kampê dikujin û hin caran jinên DAIŞ’î xwepêşendanên ji bo piştgiriya Erdogan li dar dixin.

Leave a Reply

Back to top button