Ciwanên Efrînê bi darê zorê tevlî “polîsên leşkerî” dikin

Li Efrînê li pêşberî çavên cîhanê kirin û zextên çeteyên dewleta Tirk yê li dijî şêniyan dewam dikin.
Herî dawî çeteyên artêşa Tirk a dagirker, ciwanên Efrînê neçar dikin ku tevli nava “Polîsên Leşkerî” bibin û kesên vê yekê red dikin, 5 hezar dolar lê ferz dikin.

Çavkaniyên herêmî yên Efrînê; diyar kirin ku çeteyên Fesîlê Sultan Silêman Şah ku bi navê (El-Emşat) tên naskirin, şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî neçar dikin ku tev li nava “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bibin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan ji kesên ku vê biryarê red dikin, 5 hezar dolar distînin.

Ji dema dagirkirina Efrînê heta îro, çeteyên dewleta Tirk tevî kuştin, revandin û talanê li dijî şêniyên Efrînê hemû binpêkirinan dikin.

Leave a Reply

Back to top button