Rejîm: Şandeya rejîma Tirk lidaxistina civînê Asteng dike

Ev sê roj in ”Komîteya Piçûk” a xebatên ”Komîteya Destûrî” hewl dide bicive, lê ji ber nakokî û nelihevkirina aliyên beşdar civîn nayên lidarxisitin.
Sedama sereke jî ew e ku aliyê bi navê opozisyonê dagirkirina dewleta Tirk ya xaka Sûrî rewa dibîne.

Hewldanên lidarxistina civînên gera duyem a Komîteya Destûrî derbasî roja xwe ya sêyemîn bûn û hîna aliyên beşdar li ser mijarên ku bên gotûbêjkirin li hev nekirine.

Çapemeniya nêzî rejîma Sûrî ragihand ku ”ji du rojan ve şandeya rejîmê li Cinêvê amade ye ku danûstandinan bike, lê şandeya dewleta Tirk danûstandinan asteng û red dike”.

Aliyê bi navê opozisyonê jî ragihand ku wan ”Pêşniyareke sêyem” pêşkêş kirine û heta niha ti bersiv ji şandeya rejîmê nehatiye.

Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen jî di vê mijarê de ragihandibû ku ji bo ew şandeya rejîmê û şandeya bi navê opozisyonê li hev bicivînin di nava hewldanan de ne.

CIVÎNA ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
ALIYÊN BEŞDAR JI BO ŞERMEZARKIRINA DAGIRKERIYA TIRK LI HEV NAKIN

Rejîma Sûrî bi israr e ku beriya xalên Destûrê bên gotûbêjkirin, êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a ser xaka Sûrî bên şermezarkirin, lê belê aliyê ku navê opozisyonê li xwe dike, vê yekê red dike.

Ji ber vê yekê ti civîn nehatine lidarxistin.

Rejîma Sûrî beriya destpêkirina vê gerê û li ser zimanê nûnerê xwe li NY Beşar Caferî, gotibû ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî, pêkanîna xebatên Komîteyê ne guncaw e.

Leave a Reply

Back to top button