El Neyîmî: Dewleta Tirk li dijî qanûnên navnetewî sûcên şer dike

Parêzer Mihemed El Neyîmî diyar kir ku bazirganiya organ ango parçeyên laşên mirovan ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî dikin, li gorî qanûnên neteweyî sûcekî şer e.
El Neyîmî bang li saziyên navnetewî kir ku li dijî van sûcên şer bêdêng nemînin û sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kiribû ku li gorî çavkaniyan, li herêma Girê Spî, li nexweşxaneyên dewleta Tirk çeteyên Cebhe El-Şemiyê û Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, organ ango parçeyên laşên mirovan didizin.

Çavdêriyê xwestibû ev îdîa werin lêkolînkirin.

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û endamê Rêxistina Mafên Mirovan Mihemed Emîn El-Neyîmî li ser vê mijarê ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê hemû li dijî peymanên NY û qanênên navnetewî ne û sûcên şer yên li dijî mirovahiyê ne.

Parêzer El Neyîmî diyar kir ku ji sûc û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete hemû rêxistinên navnetewî berpirsyar in, lê nikarin rewşê bişopînin û binirxînin.

El-Neyîmî diyar kir ku diziya organan jî yek ji van sûcên şer e û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan sûcên qirêj dike. Her roj sûc zêde dibin û di asta qanûnên navneteweyî de pêk tên. Bazirganiya li ser laşên mirovan li gorî qanûnên navnetewî sûcekî şer e. Ji ber vê yekê yên ku van sûcan pêk bînin li gorî pergala Romayê, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî-UCM ya Laheyê tên darizandin.”

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIZIYA ORGANAN
EL NEYÎMÎ: BI LEZGÎNÎ SÛCÊN ŞER YÊN DEWLETA TIRK RAWESTÎNIN

El-Neyîmî teqez kir ku bêdengiya li dijî sûcdarên bazirganiya organan, bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî dewleta Tirk û bêhêzbûna rêxistinên navneteweyî nîşan dide.

El-Neyîmî destnîşan kir Meclîsa Ewlehiyê ji darizandina van sûcdaran berpirsyar e û divê li dijî sûcdaran tedbîrên pêwîst werin girtin.

Mihemed Emîn El-Neyîmî bang li hemû hiqûqnas, parêzvanên mafê mirovan û aliyên pêwendîdar kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û bi lezgînî van sûcên şer yê dewleta Tirk rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button