Li Sûdanê qanûnên li dijî mafê jinan qanûna ‘Sûcên bê Exlaq’ hat rakirin

Li Sûdanê ‘Qanûna sûcên bê-exlaq’ ku 30 salin bibû sedema hovîtî û tundiya dewletê ya li dijî jinan hat ra-kirin.

Li Sûdanê di encama têkoşîna jinan de qanûna “Sûcên bê Ehlaq” ya li dijî jinan hat rakirin.

Ajansa SÛNA’yê diyar kir ku di dema civîna desteya wezîran a awarte de, biryara rakirina qanûna ‘exlaqê’ hatiye wergirtin.

Hikumeta demkî jî bi awayekî fermî ev biryar ragihand.

Lê belê ji bo qanûn bi temamî ji holê were rakirin, divê konseya rêveberiya demkî vê yekê bipejirîne.

“Qanûna sûcên bê exlaq” ya li dijî jinan, ji aliyê dîktator Omer El-Beşîr ve ku ji 1989’an heta 2019’an serokê Sûdanê bû ketibû meriyetê.

Ev qanûn bi rengekî tund dihat pêk anîn û bi hezaran jin bi hinceta ‘kincên ne rast li xwe kirine’ an jî ‘al-kol vexwarine’ dihatin ceza-kirin.

Qanûn ji bo polîsên Sûdanê jî dibû bahaneya cezakirin û êşkenceya keyfî.

Leave a Reply

Back to top button