HRW: Artêşa Tirk û çeteyên wê li Bakurê Sûrî sûcên şer dikin

Rêxistina mafê mirovan a navnetewî Human Rights Watch bi raporekî sûcên şer yên Tirkiyê û çeteyên piştrast kir û banga darizandina sûcdaran kir. Rêxistinê diyar kir ku sûcên hatine belgekirin teqez dikin ku herêma ewle ya Tirkiyê dixwaze ava bike ji bo sivîlan wê ne bi ewle be. Rêxistina Mafê Mirovan bang li Tirkiyê jî kir ku piştgiriya dide çeteyan rawestîne.

Ji 9’ê Cotmehê ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li hemberî gelên bakur û rojhilatê Sûrî sûcên şer dike.

Rêxistina Mafê Mirovan a Navnetewî Human Rights Watch (HRW) derbarê mijarê de raporek weşand, banga lêkolînkirina van sûcên şer û darizandina sûcdaran kir.

HRW: HERÊMA BI NAVÊ EWLE YA TIRKIYÊ DIXWAZÊ AVA BIKE WÊ NE BI EWLE BE

HRW, di rapora xwe de hin sûcên şer yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi van gotinan anî ziman:

“Dewleta Tirk û hêzên piştgirî dide wan ji destpêka ku tevgera leşkerî destpêkiriye beyî ku cûdahî bixin navnerê êrîşî herêmên sivîlan kirin, herî kêm 7 kuştinên bê pirs û îfadeyê pêk anîn, dest danîn ser mal û dikanên sivîlan û bi awayekî derveyî qanûnî dagir kirin… Ev sûcên tên kirin belgen e û piştrast dikin ku herêma bi navê ewle ya Tirkiyê dixwaze ava bike wê ne bi ewle be. Ev çeteyên ku Tirkiyê di rêvebirina herêmê de bi kar tîne li ser esasê paqijiya etînîkî li dijî sivîlan binpêkirinan dikin.”

HRW’ê ji bo belgekririna sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 2 jê bijîşk, 3 kesên nêzî qûrbaniyan bi 10 kesan re hevdîtin kiriye.

HRW’ê kuştina meydanî ya çalakvana siyasî ya Kurd Hevrîn Xelef jî belge kir û kuştina her sê karkerên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd jî lêkolîn kir.

HRW diyar kir ku Tirkiyê kirinên çeteyên xwe paşguh dike. Lê divê berpirsyariya lêpirsîna van binpêkirinan û rawestandina wê bike.

HRW: TIRKIYÊ 3 KURDÊN JI SERÊ KANIYÊ DEMA VEDGERIYAN MALÊN XWE KUŞT

Human Rights Watch da zanîn ku çeteyên Artêşa Wetenî 3 Kurdên ji Serê Kaniyê ku dixwestin vegerin malên xwe kuştin û 3 Kurdên ji Girê Spî jî teqez kirin ku mal û milkên wan derqanûnî hatin dagirkirin û di dewsa wan de malbatên ereb hatine bicîhkirin.

Rêxistina Human Rights Watch bang li dewleta Tirk kir ku piştgiriya xwe ya dide Artêşa Wetenî ya Sûriyê rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button