HRW: Em hikumeta herêma Kurdistanê rexne dikin

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW têkildarî dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê raporek weşand û li dijî vê nerazîbûn nîşan da.
HRW destnîşan kir ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji meha Tirmehê ve bi awayekî kêfî mafên niştecihên wargehê asteng dike.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW têkildarî dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr raporek weşand, Rêveberiya Başûrê Kurdistanê rexne kir û destnîşan kir ku ji meha Tîrmehê ve Hikmeta Başûr dorpêç daniye ser Wargeha Mexmurê.

HRW destnîşan kir ku ji ber vê dorpêçê mafê niştecihên wargehê hatine astengkirin, gelek kes karên xwe wenda kirine, dayîkên du canî zarokên xwe wenda kirine û kesên nexweş nekarîbûn werin dermankirin.

DORPÊÇA LI SER MEXMÛRÊ
HRW: DOPRPÊÇA LI SER MEXMÛRÊ SÛC E

HRW di rapora xwe de diyar kir ku ne ji heqê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye ku hemû kesên li Wargeha Mexmûrê ji ber ku dilsoziya xwe bi PKK’ê re nîşan dane ceza bike, dema delîla wan tune be ev yek weke sûc tê binavkirin.

DORPÊÇA LI SER MEXMÛRÊ
HRW: EM JI BO ZAROKÊN LI WARGEHA MEXMÛRÊ BI FIKAR IN

Rêvebera HRW ya Rojhilata Navîn Sarah Whitson rexneyên tund li rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku ew ji ber dorpêça ku rê li ber mirinan vedike bi kar in û xwest qedexe û dorpêça li dijî wargehê bi dawî bikin.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW di dawiya raporê de ragihan ku li gorî pîvanên navneteweyî pêwîste hikûmeta Başûrê Kurdistanê mafê azadiya nîştcihbûnê, hatinûçûnê ji bo xelkê li herêmên di bin kontrola xwe de pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button