Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser malpera xwe ragihand ku fonên karmendan ji sedî 35 hatine zêdekirin.
Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber li navenda Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê civînek li dar xist.
Di civînê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî biryar da ku fonên karmendan ji sedî 35 werin zêdekirin.
Rêveberiya xweser der barê zêdekirina fonên karmendan daxuyanî da diyar kir ku ji ber rewşa aborî, bûhabûn û zexmetiyên jiyanê ev biryar wergirtine.
Hat diyarkirin ku ev biryar wê ji destpêka meha Kanûnê ve bikeve meriyetê.
Li gorî vê biryarê;
Karmendên 80 hezarî werdigirin wê fonê wan ji sedî 35 zêde dibe.
KARMENDÊ 80 HEZARÎ WERDIGRE 35 % ZÊDE DIBE
Karmendên ku 81 hezarî werdigirin wê 100 hezarî werbigre, ji sedî 25 zêde dibe.
KARMENDÊ 81 HEZARÎ WERDIGRE 25 % ZÊDE DIBE
Karmendên 101 hezarî werdigre, ji sedî 15 zêd dibe.
KARMENDÊ 101 HEZARÎ WERDIGRE 15 % ZÊDE DIBE