Doh di saetên êvarî de artêşa tirk a dagirker êrîşî gundê Berketik yê Rojavayî Girê Spî kir, di encamê de 2 leşkerên rêjîma birîndar bûn,
Her wiha ji bo dewleta tirk dagirkeriya xwer berferh bike tevgerên xwe li dora gundê Meilik li bakurê Kampa Eyn Îsayê zêde dike.
Doh artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi obûs û moşekan êrîşî gundê Berketik ê li Rojavayê Girê Spî kir.
Di encama êrîşan de du leşkerên rejîma Sûriye birîndar bûn.
Her wiha gundê Qiz Elî jî topbaran kir.
ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
TEVGERA XWE LI GUNDÊN BAKURÊ KAMPA EYN ÎSAYÊ ZÊDE KIR
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevgerên xwe li dora gundê Meilik li bakurê Kampa Eyn Îsayê zêde dike.
Tank û wesayîtên zirxî yên dagirkeriyê li nava gundên navbûrî bi cih kir.
Dewleta tirk û çeteyên wê ku agirbestê binpê dikin, hewil didin herêmên nû li dagirkeriya xwe zêde bikin û şêniyên herêmê bidin koçberkirin.