Li beyara Humsê 6 şivan hatin kuştin

Li herêmên di bin Kontrola Hikuemta Şamê de, tevlîheviyek zêde heye.
Bêhêzbûna hikumetê bûye sedema ku rojane li herêmên wê bûyerên metirsîdar pêk bên.
Herî dawî li beyara Humsê 6 şivan hatin revandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevên din çekdarên nenas li beyara Sûrî êrişî şivanên pez kirin.

Çekdaran gule bêserûber li şivanan reşandin.

Di encamê de, 6 şivan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Tê gotin ku kesên êriş kirine çeteyên DAIŞ’ê ne.

Balafirên şer yên Rûsyayê jî cih û şikeftên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûrî bombebaran kirin.

Heta niha der barê encama êrişan de tu agahî nehatiye girtin.

Li Idlibê basek zarokan noqî avê bû

Di seatên nîvro de li Idlibê baseke zarokan ji rê derket û di çemê El-Asî werbû.

Di basê de, nêzî 50 zarok hebûn.

Tîmên peywendîdar çûn cihê bûyerê û dest bi rêzgarkirina zarokan kirin.

Heta niha 3 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha derdora 20 zarokan jî hatin rêzgarkirin.

Hîn jî xebatên lêgerînê di nava çem de didomin.

Back to top button