KJK’ê di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî.
KJK’ê diyar kir ku xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike.
Dê pêşenga her serdemê biafirîne û bibe garantiya sîstema azadiya jinê.”

Koordînasyona KJK’ê di salvegera 28’emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) de hemû şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

KJK’ê bi bîr xist, Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê bi çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk meha Hezîranê di dîroka têkoşînê de kir xwedî wateyeke nû û ‘Meha Fedaiyan’.

KJK balkiaşnd ser nirxandinên rêber Apo yên derbarê şehîd Zîlan ku dibêje,

Zîlan xwedawendeke ku divê em li hemberî wê bejna xwe bitewînin.

Di agirê Zîlan de her tişt tê afirandin.

KJK: Xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike û pêşenga her serdemê biafirîne

Koordînasyonê diyar kir ku xeta hevriya wan Zîlan wê xwe mezin bike û got:

Hevrê Hanim Yaverkaya weke yek ji hevalên jin ên ku tevgera me ya azadiyê herî zû nas kir, di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî taybet û di 28’ê Hezîrana 1985’an de tevlî karwanê nemiran bû.

Hevrê Zîlan Gulana 1996’an li hemberî hewldana êrişê ya li ser Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin nîşanî cîhanê da ku destên qirêj ên dirêjî Rêber Apo dibin wê bê şikandin.

Hevrê Sema Yuce, Gulan Garzan, Rûken Herekol, Zîlan Pepûle, Leyla Agirî, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed û Şehristan Asmîn bûn pêşengên serdemê.

Çalakiyên hevalên Rûken û Sara, Rojhat û Erdal jî rewşa nûjen a vê xetê ne.

Koordînasyona KJK’ê balkişand ser şewtandina 19 jinên Êzîdî û wiha domand:

Bersiva herî mezin a şewitandina 19 jinên Êzidî û kuştina bi hezaran jinên Êzidî, afirandin û pêşvebirina xwerêxistin û xweparastina jinên Êzidî ye.

KJK’ê li serê têkoşîna jinan ya di şoreşa Rojava de jî got:

Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê di hişê tevahiya jinên cîhanê de ma.

Vê şoreşê di nava xwe de pêşengên xwe afirand.

Di sala 2020’î de hevrê Hebûn, Zehra Berkel, Dayika Emîne, par jî hevrê Reyhan û Yusra Derwêş weke şehîdên meha Hezîranê cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinê de girtin.

Weke KJK’ê em bang dikin ku ji 17’ê Hezîranê heta 30’ê Hezîranê şehîdan û Rêbertî fêhm bikin, bixwînin, nîqaş bikin û çalakiyên mezinkirina nirxên hevrê Zîlan bigihînin asta herî bilind.

Back to top button