Li Almanyayê zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan

Li Almanyayê bûyerên tundiya li dijî jinan zêde dibin.
Derbarê tundiyê de raporek hat weşandin.
Li gorî raporê hejmara kesên ku rastî tundiya nav malê hatine wekî 256 hezar û 276, ji sedî 6,5 zêde bû.
Di sala 2023’an de ji sedî 70,5’ê mexdûrên tundiya nav malê jin bûn, ji sedî 75,6’ê sûcdaran jî mêr bûn.

Bûyerên şîdeta nav malê, ku di heyama pandemiyê de li Almanyayê zêde bûn, li şûna ku piştî pandemiyê kêm bibin, berevajî bendewariyan zêde bûn.

Rapora tundiya li dijî jinê ji hêla Wezîra Karên Hundirîn Nancy Faeser û Wezîra Malbatê Lisa Paus û Cîgira Serokê Daîreya Qanûna Federal Martina Link ve ji raya giştî re hate ragihandin.

Li gorî raporê hejmara kesên ku rastî tundiya nav malê hatine wekî 256 hezar û 276, ji sedî 6,5 zêde bû.

Di sala 2022’an de li gorî sala 2021’an ji sedî 8 zêde bû.

Rêjeya zêdebûna şîdeta nav malê li gorî 5 salên dawî gihiştiye ji sedî 20.

Hejmar tenê bûyerên ku ji polîs re hatine ragihandin û tomar kirin nîşan dide.

Dema ku kiryar hevjîn, hevjînên berê û endamên malbatê bin, tundiya nav malbatê dikare cûrbecûr şêweyên wekî kuştin, destdirêjî, bêparkirina azadiyê, birîndarkirin, tehdîd, zordestî û tacîz bike.

Ji sedî 70,5 ê qurbaniyan jin in

Di sala 2023’an de ji sedî 70,5’ê mexdûrên tundiya nav malê jin bûn, ji sedî 75,6’ê sûcdaran jî mêr bûn.

Di sala 2023’yan de ji 903 jinan 509 kes bûne mexdûrên tundiya malbatê.

Tundiya nav malê ji sedî 56,4 kuştina jinan pêk tîne.

Di bûyerên tundiya nav malê de şîdeta hevjînê bi rêjeya ji sedî 65,5 pêşengiyê dike.

Tundiya ku ji aliyê hevjîn û hevjînê xwe yê berê ve hatiye kirin li gorî sala 2022’yan ji sedî 6,4 zêde bûye û 168 hezar bûyer derbas bûne.

Di şîdeta hevjînan de birîndarbûn ji sedî 59,1, rêjeya gef, zor û tacîzê ji sedî 24,6, rêjeya birînên xeternak jî ji sedî 11,4 bû.

Di sala 2023’an de 155 jin û 24 mêr ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin.

Ji sedî 34,5ê bûyerên tundiya nav malê dozên nav malê bûn.

Hejmara kesên rastî tundiya malbatê hatin ji sedî 6,7 zêde bû û derket 78 hezar û 341 kesan.

Back to top button