Hikumeta Lîbyayê hepeymana di navbera Tirkiyê û ElWîfaq de red kir

Hikumeta Lîbyayê ya demkî hevpeymana di navbera Tirkiye û hikumeta El-Wîfaq de ku hatiye îmzekirin, red kir û ne rewabûna wê nîşan da.

Wezîrê karên hundir ê hikumeta El-Wîfaq Fethî Başaxa îdia kir ku ew hevpeyman girêdayî tunekirina terorê û koçberiya ne-rewa ye.

Hikumeta Lîbyayê ya demkî bi rêya daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ji hevpeymana ku hikumeta El-Wîfaq bi dewleta Tirk re îmze kiriye, nîşan da.

Hikumetê diyar kir ku ev hevpeyman ne rewa ye, ji ber pêwîstiya wê bi erêkirina meclisa parlamentoyê heye.

Hikumeta Lîbyayê ya demkî ragihand ku destwerdana dewleta tirk ji bo Lîbyayê nayê qebûlkirin.

Leave a Reply

Back to top button