Li qada xwepêşandanê ya li Siwêdayê bombe lê hatin bicihkirin

Hate ragihandin ku 2 bombe li qad Kerama ya li Siwêdayê ku xwepêşandan lê tên lidarxistin hatin danîn.
Bi vê yekê hikumeta Şamê hat tawanbarkirin.

Komîteya birêxistinkirina xwepêşandanên aştiyane yên li Siwêdayê ragihand ku 2 bombe li qada Kerama ya ku xwepêşandan lê têne lidarxistin, hatin danîn.

Malpera Siwêda 24 diyar kir ku her du bombe li ser dika qadê (cihê ku rojnamevan û kamerevan lê disekinin) hatin danîn.

Komîteya navborî da zanîn ku vê sibehê saet derdora 09.00’an beriya ku xwepêşandan biherikin qadê, bombe dîtin.

Li gorî komîteyê, ciwanan bombe rakirin û ji bo bêbandorkirinê birin navenda endazariyê.

Xwepêşandêran hikumeta Şamê tawanbar kir û got”

”Peyama we bi rêya bombeyên we gîha me. Em ê xwepêşandanên xwe yên aştiyane berdewam bikin.

Wekî ku berê bermîlên we yên teqemeniyê me netirsandin, bombeyên we jî me natirsînin.”

Back to top button