Çavuşoglu: Em S-400 ne ji bo temaşekirinê kiriye

Dewleta Tirk dibêje wê S-400 ji bo bikaranînê kiriye, ne ji bo lê temaşe bike..
Senatorên Emerîkî jî banga cezakirina Tirkiyê dikin.
Wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu ragihand ku welatê wê moşekên S-400 nekiriye ji bo wan di qalikê wan de bihêle û got:

Em gerekdarî van moşekan in û em ê wan bi kar bînin.

Ev daxuyaniya Çavuşoglu piştî axaftina wezîrê derve yê Emerîkayê Mike Pompeo hat.

Tê de, Pompeo anîbû ziman ku divê Tirkiyê vê pergalê bi temamî bi kar neyîne.

Pergala S-400
Bloomberg: Senatorên Emerîkî banga cezakirina Tirkiyê kir
Çavuşoglu diyar kir ku eger Emerîka misogeriyan ji bo hilberîna hevbeş bide Tirkiyê, ew ê pergala Patirot jî bikirin.

Piştî dewleta Tirk dest bi tecrubekirina pergala S-400 kir, ajansa Bloomberg a Emerîkî ragihand ku ev gav hişt dîsan senatoya Emerîkî di cezakirina Tirkiyê de bifikire.

Leave a Reply

Back to top button