Nivîsgeha Jin a MSD’ê Panelek li Helebê lidar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê li Helebê derbarê rewşa jinên Sûriyeye Panelek lidar xist.
Di panelê de, 2 mijar hatin nîqaşkirin û hate gotin:
“Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avakirina Rêveberiya Xweser de roleke sereke lîstin.”

Bi sernavê “Rola Rêxistinên Jinan û bandora wan li ser rewşa Jinên Sûriyî” Rastî û Astengî Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD, panelek lidar xist.

Panel bi beşdariya endam, nûrnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li taxa Şêx Meqsûd a Helebê pêk hat.

Di panelê de, mijarên “Rewşa rêxistinên jinên li Sûriyê” û “Astengiyên li pêşiya rêxistinên jinên li Sûriyê.” hatin nîqaşkirin.

Heleb-Rewşa Rêxistinên Jinên li Sûriyê mijara Panelekê bû

Di mijara “Rewşa rêxistinên jinên li Sûriyê” de, bal hat kişandin ser bandora aloziya Sûriyê li ser jinê û hate gotin:

Ji bo jin ji bandorên aloziyê xilas bibin gelek hewldan kirin.

Jinan li deverên cûda yên Sûriyê bi armanca dagirtina valahiya ku ji ber aloziyê çêbûye komele û rêxistin ava kirin, ev yek rola jinan di pêşxistina civakan de nîşan da.”

Hate diyarkirin ku li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, jin rewşeke înkar û paşguhkirî dijî.

“Berovajî wê li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro jin bi roleke sereke di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de radibe.

Astengiyên li pêşiya rêxistinên Jinên li Sûriyê hat guftugokirin

Di mijara “Astengiyên li pêşiya rêxistinên jinên li Sûriyê” de jî ev tişt hat gotin:

Ji bo rizgarkirina jinên Sûriyê, divê bi rêya ragihandinê bang li rêxistinên jinan were kirin, ji ber ku azadiya jinan girêdayî îrade û xweseriya wan e. ”

Dawiyê, beşdaran nêrînên xwe li ser her 2 mijaran anîn ziman.

Back to top button