Sûcên dewleta Tirk li dijî Sûriyan

Sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkên Sûriyê didomin.
Beriya demek, artêşa dagirker li dijî 15 koçberên ku xwestin sînorê Sûrî-Tirkiyê derbas kin komkujî pêk anî.
Xizmekî qurbaniyan ev komkujî şermezarkir û banga radestkirina cenazeyê qurbaniyên xwe kirin.

Rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dij-mirovî li herêmên dagirkirî pêk tînin.

Tevî ev sûc ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve hatin isbatkirin jî, lê hîn ji bo destixstina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê tu gav nehatine avêtin.

Vê carê jî, weke her car dema komek zêdetirî 15 koçberan hewl didan sînorê Sûrî-Tirkiyê derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kuştin.

Di vê komkujiyê de, ciwanekî bi navê Yehya Ehmed El Xemîs yê ji Qamişlo heye.

Xizmê Yehya Ehemd ku nexwest navê xwe şekere bike, wiha behsa buyerê kir.

Artêşa Tirk li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê zêdetirî 15 Koçber kuştin

“Yehya 25’ê Gulanê tevî komek ji 15 heta 20 kesan hewl dan bi rêya xaka Tirkiyeyê berê xwe bidin Ewropa.

Heta 10 rojan agahî ji vê komê nehat girtin, lê sibeha 5’ê Hezîranê agahî hat ku ew hatine kuştin.”

Xizmê Yehya diyar kir dema naskirine ku Yehya tevî komê hatiye kuştin li telefona wî geriyan û got:

“Dema li telefona wî geriyam, yekî nenas bi zimanê Erebî û Tirkî bersiv da û got xwediyê vê telefonê şeva sêşemê 4’ê Hezîranê hat kuştin û careke din telefon nekin.

Artêşa Tirk piştî kuştina koçberan, ew li rûhayê veşartin

Xizmê Yehya ev tişt anî ziman:

“Yehya tevî koma pêre giştî hatin kuştin û li rûhayê hatin veşartin.

Bi hewldana ku malbat agahiyan wergire û xwe bigihîne cenazeya wî, careke din malbata Yehya li telefonê da û dît telefona wî girtiye.

Malbata Yehya komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye şermezar kir û got:

Her çendî ketina wan li xaka Tirkiyê nerewa be, pêwîstbû Tirkiyê li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî bi wan re tevgeriya be û ne bi hovîtî ew kuştibe.

Malbata Yehya banga, wergirtina cenazeyê kurê xwe kir da ku li bajarî wî veşêrin.

Back to top button