Koma Aloziyan a Navdewletî: Ji bo aramiyê, divê Emerîka hevkara xwe QSD’ê biparêze

Ji bo aramiya Bakur û Rojhilatê Sûrî were misogerkirin, Koma Aloziyan a Navdewletî bang li Emerîkayê dike ku hevkara xwe QSD’ê biparêze.
Ji bo çareserkirina aloziya Sûrî jî, koma navdewletî bang li Kurdan dike ku mijarê di nava xwe û rejîmê de çereser bikin, lê ne li ser hesabê jidestdayîna destkeftiyên xwe.

Ji bo misogerkirina aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Koma Aloziyan a Navdewletî raporek amade kir.

Di raporê de, Koma Aloziyan bang li Emerîkayê dike û gelek gavan ji bo pêkanîna vê aramiyê pêşkêşî wê dike.

Li gorî raporê, divê Emerîka parastina hevkarê xwe QSD’ê bike û ji bo aramiya Bakur û Rojhilatê Sûrî baş bixebite.

Komê diyar kir ku vekişîna Emerîka û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûrî xwedî bandoreke mezin bûn û hiştin rewşa herêmê aloz bibe.

Der barê encamên vê yekê de jî, kom dibîne ku hevkariya navbera hemû aliyan li herêmê li ber xerabûnê ye û dibe ku rêyek ne baş bigre.

Koma Aloziyan destnîşan kir ku bûyerên vê dawiyê hiştin stratejiyên hemû aliyan jî werin guhartin û ev jî wê nehêle aramiya herêmê vegere mîna berê.

Koma Aloziyan a Navdewletî: Di çareseriyê de, divê destkeftiyên kurdan werin parastin

Koma Aloziyan a Navdewletî di dawiya raporê de bang li gelê kurd dike û wiha dibêje:

Divê Kurd û hikumeta Şamê li hev rûnên da hin bi hin herêm tevlî dewleta Sûrî bibe.

Divê ev yek ne li ser hesabê gelên herêmê be.

Pêwist e saziyên sivîl û ewlehî bimînin û xwe ji tolhildana rejîma Sûrî biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button