Meclisa Dewletên Kendavê: Em li dijî guhertina demografiya Sûriyê ne

Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Ereban ên Kendavê banga parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û redkirina destwerdanên ji derve kir.
Her wiha nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên guhertina demografiya Sûriyeyê nîşan da.

Meclisa Wezaretê ya Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Ereban ên Kendavê di rûniştina xwe ya 160’emîn de teqezî bi girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê û redkirina destwerdanên herêmî di kar û barên wê yên hundirîn de, kir.

Meclisê piştgirî da pêkanîna biryara /2254/ a NY û vegera penaber û koçberên Sûriyeyê li malên wan.

Girêdayî wê, meclisê nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên guhertina demografiya Sûriyeyê jî nîşan da.

Her wiha, meclisê banga pêkanîna daxuyaniya Emanê ya 1’ê Gulana 2023’yan û daxuyaniya Qahîreyê ya 15’ê Tebaxa 2023’yan, kir.

Meclisa Wezaretê ya Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Ereban ên Kendavê êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê şermezar kirin û ew wek binpêkirina qanûna navneteweyî û serweriya Sûriyeyê bi nav kir.

Back to top button