Mesrûr Barzanî: Em ji bo danûstandinên bi Tirkiyê re kêfxweş in

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Enqerayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu re civiya.
Mesrûr Barzanî dagirkeriya dewleta Tirk a li bakurê Sûriyê erê kir û got:
“Gelekî kêfxweş im ji bo Tirkiye dixwaze bi hevkariyê Netewên Yekbûyî ji bo koçberan vegerîne warên wan kar dike.”
Her wiha Barzanî diyar kir ku ew girîngiyê didin peywendiyên aborî li gel Tirkiyê.
Di demekê de ku li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk banga yekîtiya navnetewî tê kirin, Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enqereyê kir.
Barzanî ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve hat pêşwazîkirin û paşê aliyan civînek lidarxist.
Piştî civînê, Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu civîneke çapemaniyê pêk anîn.
Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo hebûna peywendiyên li gel Tirkiyê anî ziman.
EM LI DIJÎ HEBÛNA PKK’Ê YA LI ŞENGAL Û HERÊMÊ NE
Mesrûr Barzanî behsa rewşa Şengalê kir, nerazîbûna xwe ya li dijî hebûna PKK ya li herêmê nîşan da û got:
“Mixabin desthilata me li Şengalê nîn e, ew di bin kontrola hêzên Iraqê de ye.
Ji berê de, em dibêjin ku em li dijî hebûna PKK’ê ya li Şengalê û herêmê ne.”
EM KÊFXWEŞ IN KU TIRKIYE DIXWAZE KOÇBERAN VEGERÎNE WARÊN XWE LI SÛRIYÊ
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê her weha piştgirî da dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyê jî weha got:
“Gelekî kêfxweş im ku min bihîstiye Tirkiye dixwaze bi hevkariyê Netewên Yekbûyî ji bo koçberan vegerîne warên wan kar dike. Lê, veger bi zorê nabe.”
Hêjayî gotinê ye, dema ku dawleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, Barzanî ragihandibû ku dewleta Tirk demografiya Rojava diguhere.
EM GIRÎNGIYÊ DIDIN PEYWENDIYÊN ABORÎ LI GEL TIRKIYÊ
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew di civînê de behsa girîngiya peywendiyan û xurtkirna bazirganiya di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de kiriye û got ku peywendiyên li gel Tirkiyê di warê dîrokî de stratejîk in.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu jî diyar kir ku di civînê de li ser hevkarî û pirsgirêkên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de rawestiyan e, astengên li xalên gumrikan rû didin nîqaş kirine.

Leave a Reply

Back to top button