Gerîlayan li Zap û Metînayê li dagirkeran dan: Leşkerek hat cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap û Metînayê gelek çalakî lidar xistin.
Di çalakiyan de li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 kamerayên mobesse jî hatin bêkêrkirin.
Her wiha Gerîla TV jî dîmenê kêliya xistina balafira bêmirov a li Asosê hatibû xistin weşand.

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Zap û Metînayê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 kamerayên mobese jî hatin bêkêrkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku li herêma Metînayê 8’ê Hezîranê hêzên YJA Starê bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Girê Bamernê xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl jî di navbera 8 û 10’ê Hezîranê de hêzên gerîla bi çalakiyên bi bandor li arteşa Tirk a dagirker dan.

Li qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Amediyê gerîlayan bi taktîkên cuda 12 caran li dijî leşkerên qirker çalakî li dar xistin.

Di encamê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 kamerayên mobesse yên dagirkeran jî hatin bêkêrkirin.

Her wiha fenerek û kamereyekî serî hate desteserkirin û liv û tevgera leşkerên Tirk yên dagirker hat rawestandin.

HPG’ê derbarê êrişên arteşa Tirk yên bi çekên kîmyewî û qedexe de agahî da û got:

Tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û Girê Cudî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Dawiyê HPG’ê eşkere kir ku herêmên Xakurkê, Metîna û rojavayê Zapê jî bi giştî; 7 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Gerîla TV dîmenê balafira bêmirov a li Asosê hatî xistin weşand

Li aliyê din Gerîla TV dîmenê kêliya xistina balafira bêmirov a bombebarkirî ya li heerêma Asosê weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de hatibû gotin,

“6’ê Hezîran li ezmanê Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li Qendîlê ve hat xistin.

Back to top button