“Ji despêka 2024’an ve li herêmên hikumeta Şamê 22 kes hatine kuştin”

Li herêmên bin serweriya hikumeta Şamê de nearamî serwer e.
Li gundewarê rojavayê Dêrazorê jî di encama şer de 3 leşkerên hikumet ê hatin kuştin.

Li gor Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ji destpêka 2024’an ve 30 bûryerên kuştinê li deverên di bin kontrola Hikumeta Şamê de rû dane.

Di encama van 30 bûyeran de 22 kes hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûne.

Di nava kuştiyan de 4 jin û zarokek heye.

Li Dêrazorê 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Çavdêriyê ragihand ku li bajarokê Şimêtiyê yê Dêrazorê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, komeke çekdar êrişî nuqteya ‘Fireqeya 4’an kir.

Leşkerên ‘Firqeya 4’an’ bersiva da êrişa koma çekdar û di encamê de şer derket.

Di şer de 3 leşkerên ‘Firqeya 4’an’ hatin kuştin û erebeyek şewitî.

Himwetî van bûyeran, li çolistana Tedimurê jî 3 leşkerên Hikumeta Şamê hatin kutşin.

Yek ji wan jî eferekî hikûmetê bû.

Li Dêrazorê teqîn pêk hat-2 kes hatin kuştin

Back to top button