Xelkê Erîşa, Hol, Şedadê û Mergede wê sibe dijî tecrîdê bimeşin

Li dijî tecrîda li Îmraliyê, gelê herêmê pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” berfireh dikin.
Bi vê bûneyê, li Kantona Cizîrê amadekariyên meşên girseyî tê kirin.
Sibe wê xelkê 4 bajaran li Erîşa hêrsa xwe a li dijî tecrîdê nîşan bidin.

Şêniyên Erîşa, Şedadê, Hol û Mergede wê sibe (11 Hezîran) meşek girsyî lidar bixin.

Meşa ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tê organîzekirin, wê li bajarê Erîşa yê li başûrê Hesekê saet di 10’an de destpê bike.

Li gorî komîteya amadekar wê şêniyên bajarên Hol, Şedadê û Mergede jî tevlî meşê bibin.

Komîteya amadekar a meşê bang li hemû pêkhateyan kirin ku bi rêya komîn û meclîsên taxên bajarên navborî beşdarî meşê bibin.

Qamişlo xwe ji bo meşa mezin amade dike

Back to top button