Li Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ dest pê kir

Beriya mitînga li Colemêrgê, li Şemzînanê “Meşa Demokrasiyê” a ku wê sê rojan bidome dest pê kir û banga tevlîbûnê hat kirin.
Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê wê 13’ê Hezîranê mitîng bê lidarxistin.
Li aliyê din welatiyên ku li Cizîr, Hezex û Silopiyayê li dijî desteserkirina Şaredariyê di nobetê de ne diyarkirin ku ew ê îradeya xwe radestî qeyûman nekin.

Beriya mitînga li Colemêrgê, li Şemzînanê “Meşa Demokrasiyê” a ku wê sê rojan bidome dest pê kir.

Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê wê li navenda bajêr 13’ê Hezîranê mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin.

Meş bi pêşengiya partî û rêxistinên civakî yên sivîl tê lidarxistin.

Ji bo meşê li navenda navçeyê daxuyanî hat dayîn.

Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût destpêkê axivî û hemû aliyan vexwend mitînga wan a li Colemêrgê.

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî biryara qeyûmê dewam dike û got:

“Qeyûm navê dizî, talanê, û tunehesibandina îradeya gelê kurd e. Em ê qet û qet viya qebûl nekin.

Em ê têkoşîna xwe bi her kes û aliyên ku serê xwe natewînin re berfireh û mezin bikin.”

Li gelek bajaran welatî li dora şaredariyên xwe nobedê digirin

Li aliyê din li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, li ser banga DEM Partiyê li gelek bajaran jî çalakiyên piştevaniyê dewam dikin

Yek ji herêma ku gel xwedî li şaredariyên xwe derdikeve jî herêma Botanê ye.

Li ber 5 şaredariyên herêma Botanê gel di nobetê de ne.

Her roj saet li 17.00’an çalakiya nobedê dest pê dike û heta seat 12’yê şevê didome.

Nobedariya li dijî qeyûm di roja 7’emîn de berdewam dike

Back to top button