Komîteya Piçûk a nivîsîna Destûra Sûrî di roja 4’an de jî bibin ket

Lidarxistina civîna Komîteya Destûrî di roja xwe ya çaremîn de jî bibin ket û şandeya rejîmê ji avahiya NY derket.

Komîteya Piçûk a nivîsîna Destûra Sûrî di roja 4’an de ji bo lidarxistina civîna xwe li Cinêvê bibin ket û şandeya rejîmê ji avahiya NY a civînan derket.

Li gorî çavkaniyên nêzî aliyê bi navê opozisyonê, rejîma Sûrî şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûrî esasê danûstandinan dibîne û aliyê bi navê opozisyonê vê yekê red dike.

Ev çar roj in şandeya rejîma Sûrî û şandeyên bi navê opozisyon û Rêxistinên Civaka Sivîl ji bo gera duyem a xebatên Komîteya Destûrî li Cinêvê ne.

Ji ber nakokîyên di navbera aliyan de heta niha ti civîn nehatine lidarxsitin û ev çar roj in hewldanên NY ên lidarxistina civînekê bibin dikevin.

 

Leave a Reply

Back to top button