Bajarê Sûsê yê ku bi darên Hinaran navdar bû niha xwedî gelek cûreyên daran e

Bajarokê Sûsê yê rojhilatê kantona Dêra Zorê bi çandina darên hinaran navdar e.
Lê ji ber guhertinên aborî, cotkaran berê xwe da çandina cûreyên din ên darên berhemdar.
Cotkaran diyar kirin ku ev cûreyên daran dikarin li hemberî guhertinên hewayê li ber xwe bidin û gotin:
“Me xwest sûd ji axa û hewaya baş wergirin, hem jî rewşa aborî bi pêş bixin û xwetêrkirinê pêk bînin.”

Ev darên bajarokê Sûsê yê Rojhilatê Kantona Dêra Zorê ne.

Bajarokê Sûsê bi çandina darên hinaran navdar e.

Çandina hinaran bûbû çavkaniya debara jiyana şêniyên bajarok.

Lê ji ber guhertinên aborî, cotkaran berê xwe da çandina cûreyên din ên darên berhemdar.

Cotkar Elî Selûm derbarê mijarê de axivî û got:

“Rûbera zeviyên darên hinaran li bajarok 35 hezar donim e.

Bi tevahî jî rûbera zeviyên çandiniyê 55 hezar donim e.

Salane nêzî 50 hezar ton hinar berhem dide.

Em xwe dispêrin jenetorên kişandina avê ji bo avdanê, bêyî ku tu alîkarî ji Komîteya Çandinî û Avdanê were pêşkêşkirin.”

Elî Selûm anî ziman ku lêçûna veguhastina berheman ji bo sûkê bilind e û wiha pê de çû:

“Nirxê kîloyeke fêkî (li gorî cûreyê wan) ji 5 heta 10 hezar lîreyên Sûriyî ye.

Ev jî tê wateya ku lêçûna veguhastina berheman roleke girîng di diyarkirina buhaya berheman de dilîze.”

Li kêleka çandina hinaran jî, cotkaran di dema dawîn de darên xox, çeftelî, sêv û porteqal jî çandin.

Cotkaran diyar kirin ku ev cûreyên daran dikarin li hemberî guhertinên hewayê li ber xwe bidin û gotin:

“Me xwest sûd ji axa û hewaya baş wergirin, hem jî rewşa aborî bi pêş bixin û xwetêrkirinê pêk bînin.”

Hêjayî gotinê ye Rêveberiya Xweser bi armanca balkişandina ser hilberîna xwecih, bi rêya komîteyên xwe ji 2020’an ve salane “Mihrîcana Hinaran” li bajarokê Sûsê li dar dixe.

Di mihrîcanan de cotkar tên xelatkirin.

Back to top button